Serokwezîr Barzanî, piştî salekî dîsa diçe Bexdayê
Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Barzanî dê hefteya bê serdana Bexdayê bike.
Li gorî agahiyan, şanda Kurdistanê dê li ser pişka bûdceya Kurdistanê ya sala 2016ê bi Serokwezîr Heyder Ebadî re hevdîtin bike.
Hat zanîn ku rayedarên Îranê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xwestibûn, hewl bidin pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê normal bikin. Serokwezîr Barzanî du roj berê çûbû Tehranê û piştî civîna ewlehiyê ya Mûnîxê, bi rayedarên îranî re hevdîtin kiribû. Nêçîrvan Barzanî îro vegeriya Kurdistanê.
Endamê Lêjneya Petrol û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê Tariq Gerdî ji beriya niha ji Rûdawê re gotibû, bûdceya giştî ya sala 2016ê ya Iraqê, 106 tirîlyon dînar hatiye hesibandin ku di qanûna bûdceyê de nirxa her bermîlek petrol 45 dolar hatiye danîn.
Tariq Gerdî her wiha gotibû, pişka Kurdistanê %17 e lê divê Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol bide şîrketa iraqî ya SOMO.
Piştî ku nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê li ser firotina petrola Kurdistanê kûrtir bûn, rêkeftina navbera her du aliyan jî bicîh nehat. Li gorî wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê diviya rojane 550 hezar bermîl petrol bide Bexdayê û Bexda jî bûdceya Kurdistanê bide.
Nêzîkî salekî ye Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî neçûye Bexdayê.
Rudaw
