Gorranê kesek li cihê Newşîrwan Mistefa diyar kir
Li gor agahiyan, Serokê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa ku ew zêdetirî 15 rojan e çûye derveyê Herêma Kurdistanê, nexweş e û dê neştergeriya piştê jê re bê kirin.
Endamê Odeya Lîkolînê ya Gorranê Şemal Ebdulwefa beşdarî bernameya ‘Li gor dema Silêmaniyê’ ya radyoya Rûdawê bû û derbarê vegera Serokê Giştî yê Tevgera Gorranê û rewşa tendirustiya wî de agahî dan.
Şemal Ebdulwefa ragihand: “Serokê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa bi sedema encamdana neştergeriyekê bo pişta wî heya 3 mehên din venagere Herêma Kurdistanê.”
Du rojan li ser hev Civata Niştîmaniya Gorranê derbarê dûrxistina wezîrên xwe yên di nav hikûmetê de û rêgirtin ji Serokê Parlamentoya Kurdistanê bo derbasbûn bo nav Hewlêrê civîn lidar xistin, lê belê bi rêya telefonê Berpirsê Giştî dihat agahdarkirin.
Heya niah jî civînên Tevgera Gorranê bi agahdariya Newşîrwan Mistefa tên pêkanîn.
Şemal Ebdulwefa herwiha da xuyakirin: “Hemû civîn û biryarên Tevgera Gorranê bi agahdariya Newşîrwan Mistefa tên dan û berdewam Omer Seydi Elî bi telefonê ligel me di têkiliyê de ye. Heya dema ku Newşîrwan Mistefa vegere jî, Omer Seyid Elî karûbarên Gorranê birêve dibe.”
Rudaw
