• Thursday, 19 February 2026
logo

Hevseroka HDP: Hikûmeta berpirsê teqîna li Enqereyê ye

Gulan Media October 18, 2015 Nûçe
Hevseroka HDP: Hikûmeta berpirsê teqîna li Enqereyê ye
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP'ê) Fîgen Yuksekdag çû serdana rêxistinên ku di Komkujiya Enqerê de endamên xwe winda kirine.


Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag got: "Berpirsyarê qkomkûjî deshelata siyasî ye, deshelata siyasî ji bo têkîliya wî ya bi DAIŞ'ê re deşîfre nebe hewl dide rastiyan veşêre."

Yuksekdag piştî serdanê li ber nexwexşaneyê got: "Li ser komkûjiyê hefteyek derbas bûye û digel vê yekê jî berpirsyarê kokûjiyê nayên dîtin û rastî ji raya giştî ya Turkiye re nayê ragihandin. "

Yuksekdag destnîşan kir ku berpirsyarê komkûjiyê bi aweyeke zelal baş tên zanîn û wiha axivî: "Ev hefteyeku ku berpirsyarê kokûjî kî ne, qeydên wan yên îstixbaratê hene, hatine girtin û berdan, ji aliyê MÎT'ê ve tên zanîn, hatine şopandin, em van tiştan dibînin."

Hevseroka HDPê herwiha da xuyakirin: "Belge û agahiyên ku derketin holê bi aweyeke şênber nîşan dide ku îdiayên me rast in, me bi îsrar got ku di komûjiyê de berpirsyariya deshelatê heye ji ber ku kiryar hatine binçavkirin berdan, di bin kontrolê de ne me di komkûjiyên berê de ev dizanibû ji vê tecrubeyê me bi awayeke zelal îfade kir ku berpirsyarê komkûjiyê deshelat e."
Top