Amerîka: Hêvî dikin partiyên Kurd di demek kurt de rêbikevin
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku aramiya Kurdistanê ji bo wan gring e û ew daxwaz ji partiyên Kurdistanê dike ku di demek kurt de rêbikevin.
Mark Toner di kongreyekê rojnamevanî de li ser pirsekê got: ”Em ji rewşa herêmê Kurdistanê agahdarin ku niha li Kurdistanê di navbera partiyan de berberiya siyasî heye. Em lihember van pirgirêk û aloziyan bê helwestin. Pirsgirêkên navxweyî ne. Lê divê alî û xwepêşander bi birêzî tevbigerin û aramiyê biparêzin. Eve jî di berjewendiya hemû aliyan de ye.”
Toner got ew daxwaz ji aliyan dikin ku hevkariya hev bikin û rêbikevin da ku nakokî kurtir nebin.
Berdevkê wezareta Karên Derve yê Amerîkayê got beriya çend rojan jî wî gotiye ku divê hikûmeta herêma Kurdistanê li hember dijminê serke, wate DAIŞ’ê bikare bisekine û herwiha bikare alîkariyek baştir bide penaberan, xwe bihêz bike.
Basnews
