• Thursday, 19 February 2026
logo

Emerîka: Me çek nedaye Kurdên Sûrî

Gulan Media October 17, 2015 Nûçe
Emerîka: Me çek nedaye Kurdên Sûrî


Berdevkê hêzên Emerîka radighîne ku ew çekên ji aliyê balafirên Emerîka ve bo hêzên opozisyona Sûrî anîne xwarê ne ji bo Kurdan bûye.

Kolonêl Batrîk Rêder, berdevkê fermandeya hêzên Emerîka li rojhilata naverast ragihandiye: Em dilniyane ku ew çekên heftiya borî ji aliyê firokeyên Emerîka bo hevpeymaniya (Erebî Sûrî) me anîne xwarê ne ji bo Kurdên Sûriyê bûye.

Behsa wê yekê jî kiriye ku wan tu çek û teqemenî nedan hêzên Kurdî ên Sûriyê.

Heftiya borî balafirên Emerîka li bajarê Hesekê 50 ton çek û teqemenî ji bo şervanên YPG xistine xwarê û vê yekê jî nîgeraniya Tirkiyê li dûv xwe aniye û serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu gef li YPG`ê xwariye eger wan çekan bighîne destê gerîlayên PKK û wê demê ewê êrişî YPG`ê bikin.


Xendan
Top