• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkariyên Swêdê diek

Gulan Media October 16, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkariyên Swêdê diek
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja pêncşemiyê 15.10.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Anîka Moln Helgren sefîra nû ya Swêdê li Îraqê û şandeya diplomasiya bi wê re kir û di civînekeê de Helgren kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û ew têkeliyên diplomasî yên saxlem û xurt digel Îraqê û bi taybetî digel herêma Kurdistanê hene nîşan da û hêvî kir ku ew têkelî berdewam bibin.

Rewşa Îraqê û herêma Kudistanê hat nirxandin û sefîra Swêdê tekîd kir ku welatê wê giringiyeke mezin bi warê civakî, aborî, parastina mafê mirovî û berhingarbûna şideta dijî jinan dide û ew pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê di wan waran de avêtine bilind nirxandin.
Sefîra nû ya Swêdê daxwaz kir ku hemû arîşe û pirsgirêk bi dansûtandin û diyalogê bên çareser kirin û ew aramiya li herêma Kurdistanê heye berdewam be û bila hemû alî rûbirûyê terorîstên DAÎŞ bibin. Wê got ku di demên bê de hijmareke şandeyên hikûmeta Swêdê dê serdana herêma Kurdistanê bikin û ji bona zêdetir gotûbêjkirina hemû pirsan digel berpirsên herêma Kurdistanê bicivin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîra Swêdê bo herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wê re xwest û piştevaniya xwe ji bo pêşniyarên wê yên di warê pêşdebirina rewşa civakî û zêdetir bidemokrasîkirina civakê û xebatên zêdetir ji bona nehêlana şideta dijî jinan nîşan da.

Serokwezîr sipasiya hevkarî û hevahengiya berê ya hikûmeta Swêdê bo herêma Kurdistanê kirî ku, di warê derxistina çend qanûnan de û bi taybetî derxistina qanûna rûbirûbûna şideta li dijî jinan fêdeyeke mezin jê dîtiye, kir.

Rewşa siyasiya herêma Kurdistanê, garantîkirina pêdawîstiyên hevwelatiyan, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û reşa kurdên Swêdê dijîn hin mijarên din yên civînê bûn.


Top