• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê lihev kirin: Koçber tên vegerandin

Gulan Media October 16, 2015 Nûçe
Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê lihev kirin: Koçber tên vegerandin
Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker ragihand, Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê li ser bernameyeke hevpar a derbarê koçberan de lihev kirine. Li gor wê bernameyê Tirkiye qebûl dike ku koçberên ji Ewropayê bo wî welatî paşve werin vegerandin

Piştî guftûgoyên heta nîvê şevê di lûtkeya serokên ewropî de li Brukselê, înê serê sibehê Serokê Komisyona YE, Jean-Claude Juncker, diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyê li ser hûrdekariyên bernameyek kar a hevpar li hev kirine. Armanc ji wê bernameya kar ew e ku kêmtir koçber derbasî Ewropayê bibin.

Li hemberî baştir kontrolkirina sînorên xwe, Tirkiyê wê ji YE arîkariyên darayî û bileztirkirina danûstandinên li ser rakirina vîzeyê ji bo hemwelatiyên xwe wergire.

Li gor lihevhatinê, divê Tirkiye rewşa koçberan baştir bike, da ku daxwaza wan ya xwegihandina Ewropayê kêmtir bibe. Tirkiyê jî qebûl kir ku bi hevkariya Ajansa Parastina Sînoran ya Yekîtiya Ewropayê FRONTEX baştir sînorên xwe biparêze.

Li hemberî gavên Tirkiyê, serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku YE amade ye beşekî barê Tirkiyê hilgirê. Ev yek wê bi çi rengî be, di bernameya kar de nehatiye zelalkirin.

Tirkiye daxwaza 3 milyar Euro dike û diyar dike ku wê 7 milyar Euro li koçberan mesref kirine, lê weke arikarî tenê milyarek wergirtiye. YE soza 500 milyon Euro daye Tirkiyê û amadebûna xwe nîşan daye ku di siberojê de arîkariyên din jî bike.

Li gor serokê Komisyona YE, Jean-Claude Juncker, di mijara rakirina vîzeya ji bo hemwelatiyên Tirkiyê de, YE soz daye ku vê pêvajoyê bilezîne, lê ev pêvajo jî bi kêmbûna koçberiya ber bi Ewropayê ve hatiye girêdan. Herwiha soza germkirina danûstandinên ligel Tirkiyê li ser endametiyê Tirkiyê di YE de hate dayîn.

Herwiha hat diyarkirin ku Tirkiyê qebûl kiriye ku “Lihevkirina şûndewergirtinê“ jî bi her awayî cîbicî bike. Lihevhatina ku 2013ê di navbera Tirkiyê û YE de hatibû destnîşankirin, li ser şûndeşandina koçberên ji Ewropayê yên serlêdana wan ya mafê penaberiyê redkirî ye û Tirkiyê qebûl kiriye ku wan koçberan şûnde wergire.

Pengava yekê ya “Lihevkirina şûndewergirtinê“ 2014ê destpêkiriye, lê tenê ji bo hemwelatiyên Tirkiyê derbasdar e. Pengava duyemîn ji bo hemû koçberên ku di ser Tirkiyê re derbasî YE dibin e û li gor lihevhatinê diviyabû di Cotmeha 2017ê de biketa pratîkê. Lê ji ber krîza koçberan, YE dixwaze ku pêngava duyemîn zûtir destpêbike.

Ji ber aloziya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, mijara naskirina Tirkiyeyê weke welatekî ewle qet nehat guftûgokirin, lê baweriya giştî ew e ku Ewropa wê Tirkiyê weke welatekî ewle qebûl bike, da ku bikaribe koçberan vegerîne Tirkiyê.

Rudaw
Top