• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Bakûrê Kurdistanê alozî berdewam in

Gulan Media October 16, 2015 Nûçe
Li Bakûrê Kurdistanê alozî berdewam in

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê, Amed, Colemêrg û Şirnexê operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê berdewam dikin.

Li navçeya Lîce ya Amedê li hindek taxan derketina derve hate qedexekirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê û bajarê Şirnexê jî polîsan dora kolan û taxan girtin.

Li 49 taxên Lîcê derketina derve qedexeye

Li navçeya Lîce ya Amedê ji ber operasyonên leşkerî 49 tax weke herêmên leşkerî hatine destnîşankirin û derketina derve hate qedexekirin.

Aloziya li Bakûrê Kurdistanê berdewam dike. Jiber operasyonên leşkerî û şer û pevçûnan Parêzgariya Amedê gelek taxên navçeya Lîcê ji îro danê sibê ji demjimêr 17:00 ve weke herêmên leşkerî destnîşan kir. Li gor biryarê 49 taxên nevçeyê derketina derve hate qedexekirin.

Li navçeya Hênê jî doh 21 tax weke qadên leşkerî hatibûn diyarkirin.

Li Geverê polîsan dora taxan girt

Li navçeya Gevera Colemêrgê jî, polîsan taxên Orman, Kişla û Cûmhûriyetê dopêç kirin. Li ser vê yekê di navbera polîsan û endamên YDGHê de pevçûn derket.

Li navçeyê polîsên xwestin goristana şehîdên PKKê xera bikin. Lê endamên YDGH rê nedan polîsan. Hate zanîn ku di bûyeran de 2 kes birîndar bûne.

Li Şirnexê jî polîsan dora taxan girt

Li navenda Şirnexê jî polîsan dor li sê taxan girt û xelk daketin kolanan û operasyon protesto kirin.

Polîsên tevgera taybet doh bi şev dora taxên Yeşîlyûrt, Dîcle û Yenîmahaleyê girtin. Danê sibehê ji taxa Yenîmahaleyê dengê çekan hat bihîstin. Xelkê Şirnexê li dijî operasyonan nerazîbûna xwe derbirî.

Aloziya li bajêr berdewame.

Basnews
Top