Serokê CHPê li gel Hevserokên HDPê civiya
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û Hevserokê HPD’ê Selahadîn Demirtaş hevdîtin û rexne li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglûgirtin.
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku îro 16 Cotmehê li parlamena Tirkiyê bi Hevserokên HPD’ê Selahadîn Demirtaş û Figen Yuksekdag re hevdîtin pêkanî. Piştî hevdîtinê herdu serokan cûda cûda agahî dana rojnamevanan.
Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Demirtaş jiber helwesta daxwaza hevdîtinê spasiya Kiliçdaroglu kir û derbarê hevdîtina xwe de jî got: ‘’Hevdîtin erênî û dostane bû. Siyasetmedar çiqas nêzîkê hev bin aloziya di nava civakê de ew hinde kêm dibe.’’
Demirtaş rexne li Serokwezîrê Tirkiyê jî girt û wiha axivî: ‘’Pêwîste ew ji me lêborînê bixwaze. Me di vê hefteyê de 100 term veşartin. Wan nekarî mêvabndariya me bikin. Lê niha li bendê ne ku em lêborînê bixwazin. ‘’
Serokê Giştî yê Partiya Komarger a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû jî heman awayî rexne li hikûmetê û Davutoglû girt û got: ‘’Wezîrê Erebîstanê jî jiber ku îhmalkarî di karê xwe de kir û bû sedema mirina mirovan, dest ji kar kêşa. Çima wezîr piştî teqîna Enqerê, dest ji kar nakêşin?
Kiliçdaroglû got Davutoglu di bin giraniya kar de fetisiye û jiber vê yekê jîd axuyaniyên jihev nakok dide. Kiliçdaroglu jiber teqînên li Enqerê jî rexne li hikûmet û berpisên hikûmetê girt.
