• Thursday, 19 February 2026
logo

Rêdûr Xelîl: Bila Salih Mislim destê xwe nexe nav karê me

Gulan Media October 16, 2015 Nûçe
Rêdûr Xelîl: Bila Salih Mislim destê xwe nexe nav karê me
Berdevkê fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl, bersiva Hevserokê PYDê Salih Mislim da û daxuyaniyên wî, weke destêwerdana di karûbarê serbazî yê YPGê de wesif kir.

Berdevkê YPGê, Rêdûr Xelîl, li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiva daxuyaniyên Salih Mislim da û got: Ew tiştên ku Mislim dibêje, nerîna wî û ya partiya wî ye û ku destêwerdan e di karûbarê serbazî de.

Ev daxuyaniya Rêdûr Xelîl piştî wê yekê hat ku, Salih Mislim gotibû Amerîka 50 ton çek daye YPGê û hevpeymanên wê. Herwiha gotibû ku YPG êrişî Cerablûsê nake.

Rêdûr Xelîl dibêje, Salih Mislim tenê hevserokê partiyeke siyasî ye û nikare li ser plan û bernameyên YPG daxuyaniyan bide.

Her tiştê ku bêje jî, nerîna wî ya taybet e û nerîna partiya wî ye.

Berdevkê fermî yê YPGê ragihandiye ku Amerîka dizane çima û ji bo çî çekan dide kîjan hêzê.

Rudaw
Top