• Thursday, 19 February 2026
logo

Netewên Yekbûyî hişyarî da Gorranê

Gulan Media October 15, 2015 Nûçe
Netewên Yekbûyî hişyarî da Gorranê
Berpirsê Ofîsa Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) Jan Kubis derbarê aloizyên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê de peyam da Tevgera Gorranê û daxwaz jê kir, ji tundûtîjiyê dûr bikeve.

Şandeke Tevgera Gorranê duh roja 13ê Cotmehê ligel Nûnerê Ofîsa Netewên Yekbûyî Jan Kubis civiya. Hat gotin, Jan Kubis di vê civînê de ji şanda Gorranê re ragihand, ku ew li dijî tundiyê û bikaranîna hêza leşkerî di rikeberiyên siyasî de ne.

Parlamnterê Fraksyona Gorranê Omêd Hemed Salih di bareya vê civînê de ji Rûdawê re ragihand: “Civîna me bo behskirina nêrîn û helwesta Tevgera Gorranê li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û hewlên PDKê bo jikarxistina dezgehên yasayî bû, bi taybet rêgirtin ji Serokê Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê hêzên PDKê ve.”

Derbarê helwesta Netewên Yekbûyî li ser xwepêşanan û rêgirtin ji derbasbûna Serokê Parlamentoya Kurdistanê bo nav Hewlêrê de jî, Omêd Hemed Salih got: “Nûnerê Ban Ki moon tekez li ser berdewamiya karên dezgehên yasayî kir. Me jî jê re ragihand ku parlamento tekane lêvegera yasayî û nûnerê gelê Kurdistanê ye.”

Hemed Salih tekez kir: “Me got ew hewlên ku niha PDK dide bo rêgirtin ji berdewambûna Serokê Parlamentoyê û dezgehên destûrî, hewlên xweferzkirinê ne bi rêya hêzên leşkerî.”

Li gor gotina wî parlamenterê Gorranê, Jan Kubis di civînê de ragihand, ku nabe di rikeberiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hêzên leşkerî werin bikaranîn û piştgîriya xwe bo xwepêşandanên aştiyane yên xelkê jî anî ziman.

Jan Kubis di vê hevdîtinê de herwiha da xuyakirin ku xwepêşandan mafê rewa yê xelkê ye, lê belê gerek bi rêyên yasayî û aştiyane bin.

Parlamenterê Gorranê aşkera kir, ku Kubis gotiye Yûsif Mihemed Serokê rewa yê Parlamentoya Kurdistanê ye.

Pêr rojaduşem 12ê Cotmehê hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê li xala kontrolê ya Pirdê rê nedan Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed derbasî nav bajarê Hewlêrê bibe û bi neçarî ew û parlamenterên Gorranê yên pê re vegeriyan bajarê Silêmaniyê.

Piştî wan xwepêşandan û aloziyên di wan çend rojên dawiyê li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de, di navbera PDKê û Tevgera Gorranê de alozî derket.

PDKê, Gorranê tohmetbar dike, ku dest li pişt wan aloziyan û şewitandina baregehên PDKê yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de heye, lê belê Gorran wê yekê red dike.

Piştî wan aloziyan PDKê ragiahnd, ku biryar daye Wezîrên Gorranê ji hikûmeta hevpeymaniyê bavêje derê û cihên wan bi wekalet tije bike.

Rudaw
Top