• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî Serdana Îranê dike

Gulan Media October 14, 2015 Nûçe
Serokwezîr Barzanî Serdana Îranê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike û dê li Tehranê di Konfransa Asayişa Cîhanî ya Munchen de beşdar bibe û ligel rayedarên pilebilindên herêmî û cîhanî re bicive.

Li gor agahiyên Rûdawê, roja şemiya bê 17ê Cotmehê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Komara Îslamiya Îranê bike.

Li gor daxuyaniyeke Konfransa Asayişa Cîhanî ya Munchen ku nusxeyekê wê ji Rûdawê re hatiye şandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî di civîna taybet a Koma Core ya Konfransa Asayişa Cîhanî ya Munchenê bike ku dê vê carê li Tehran a paytextê Îranê bê lidarxistin.

Li gor agahiyên Rûdawê di civîna Tehranê de jibilî Barzanî, Serokê Konfransa Asayişa Cîhanî Wolfgang Ischinger, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî, Wezîrê Derve yê Afxanistanê Selahedîn Rebanî, Cîgira Sekreterê Giştî yê Fermangeha Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Helga Schmid û hejmarek nûnerên welatên erebî û parlamenterên weltên ewropî beşdar dibin.

Salane di destpêka meha Sibatê de Konfransa Asayişa Cîhanî ya Munchen li bajarê Munchen a li Başûrê Almanyayê bi beşdariya rayedarên pilebilndên welatên mezin ên cîhanê tê lidarxistin û têde rayedarên wan welatan derbarê siyaseta asayiş û derve de gotûbêjan dikin.

Civînên Koma Core (Core Group Meetings) ji sala 2009an pê ve pêwendî bi berpirsên devereke diyarkirî ya cîhanê ve dike û her car li yek ji paytextên welatên cîhanê komeke taybet ku ji 60 kesan zêdetir nabin, behsa pêşhat û rewşa asayişa wê deverê dikin.

Dibe ku di salekê de carek yan jî çend caran civînên Konfransa Asayişa Cîhanî ya Munchenê bên lidarxistin.

Sala 2009 û sala 2014 li Washington a paytextê Amerîka, sala 2010an li Moskow a paytextê Rûsya, sala 2011 li Beijing a paytexta Çînê, sala 2013an li Duha ya paytextê Qeterê, sala 2014an li New Delhi ya paytextê Hindistanê û sala 2015 jî li Viyenna ya paytextê Nemsayê civînên wê rêxistinê hatin lidarxistin.

Bo sala 2016an de jî hatiye xuyakirin ku civînên wê konfransê li Addis Ababa ya paytextê Etyopiya û Beijing a Çînê û Washington a Amerîkayê werin lidarxistin.

Rudaw
Top