• Thursday, 19 February 2026
logo

PDK û YNKê di civînê de çi ji hevre gotin?

Gulan Media October 14, 2015 Nûçe
PDK û YNKê di civînê de çi ji hevre gotin?
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civîna xwe ya ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wek erênî bi nav dike. YNKê jî dibêje, heta 10 salên din divê em û PDKê bi hevre kar bikin.

Duhî herdu polîtburoyên PDK û YNKê li bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêşîrvan Barzanî û Alîkarê Yekem ê Srkreterê YNKê Kosret Resûl li Hewlêrê civiyan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ku çavkaniyeke agahdar weregirtiye, di destpêka wê civînê de herdu aliyan gilî ji hev kirin û ji hev re gotine eger em behsa gazinan bikin, divê em 100 civînan lidar bixin, lewma niha divê em behsa çareserkirina rewşê bikin.

Herdu aliyan di civînê de gotine: “Her dema ku ev herdu partî jihev nêzîk bûne û pêwendiya wan baş bûye, xelkê Kurdistanê sûd û mifa wergirtiye û jiyana wan baş bûye.”

Endamekî şanda YNKê ku di civînê de amade bû, ji Rûdawê re ragihand: “Kargêrê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di civînê de gotiye, herî kêm heta 10 salên din, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi karê hevbeş ê PDK û YNKê heye.”

Herwiha endamekî pilebilind ji PDKê ku ew jî di civînê de bû, ji Rûdawê re ragihand: “Civîna me erênî bû.”

Derbarê helwesta PDKê li ser rêgirtin li Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed ku neyê Hewlêrê, şanda PDKê ji YNKê re gotiye: “PDKê nedixwest rewş bigihê vê astê, lê di dawiyê de, em li hember karên Tevgera Gorran di bûyerên dawî yên Silêmaniyê de, neçar man ku bi vî karî rabin.”

Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna duh a PDK û YNKê de gotiye, heta serokekî nû ji bo parlamentoyê neyê hilbijartin em naxwazin Yûsif Mihemed derbasî Hewlêrê bibe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ew êdî Yûsif Mihemed, ku endamê Tevgera Gorran e, wek Serokê Parlamentoya Kurdistanê nabînin û divê were guhertin, ji ber ku êdî Gorran wî kursiyê ku bi rêkeftin wergirtibû, wernagire.

YNKê derbarê wê yekê de ji PDKê re gotiye: “Ev helwesteke xerab e û ji bo Kurdistanê nebaş e, lewma pêwîst e hûn pêdeçûnê di biryara xwe de bikin.”

Lê şanda PDKê di bersiva xwe de gotiye: “Ev biryara dawî ya PDKê ye û bila ti kes li hêviya wê yekê nemîne ku em ji biryara xwe vegerin.”

Herdu aliyan biryar dane ku li ser civînên xwe bo başkirina pêwendiyên di navbera PDK û YNKê de berdewam bin, lewma dê çendîn civînên din pêk bînin û civîna bê dê hefteya bê be.

Rudaw
Top