• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşdî Şe’bî gefa dagirkirina Kerkûkê dixwin

Gulan Media October 14, 2015 Nûçe
Heşdî Şe’bî gefa dagirkirina Kerkûkê dixwin


Çekdarên mîlîsên Şîe ji Serokwezîrê Iraqê dixwazin ku biryara bidawî anîna desthiladariya Kurdan ya li ser Kerkûkê bide û ew jî Kerkûkê bistînin.

Li gor nûçeyên medyaya Iraqê, Heşdî Şe’bî dixwaze ji nakokiyên navxwe yên hêzên Kurd sûd werbigre û ji nûve Kerkûkê dagir bike.

Li gor nûçeyan Heşdî Şe’bî li ser navnîşanên xwe yên tora civakî piştgiriya xwe bo Heyder Ebadî derdibrin û dixwazin ku biryara operasyona leşkerî bo Kerkûkê derbixe. Herwiha dixwazin ku serokwezîr desthilata Kurdan ya li Kerkûkê bidawî bike û Kurdan jî weke derdestê Îsraîlê binav dike.

Di nûçeyan de tê gotin ku ev komên mîlîsan îdîa dikin ku dê demek nêzîk de Kerkûkê dagir bikin û Kurdan jî bidin dadgehê.

Di rojên borî de jî komên Heşdî Şe’bî xwestibûn bêne nava Kerkûkê lê hêzên Pêşmerge rêya wan girtibû.

Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya Hezîrana 2014’ê, artêşa Iraqê ji Kerkûkê vekêşiya. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li gor madeya 140 ya destûra Iraqê kontrola Kerkûkê kir.

basnews
Top