Metropoll: HDP benda hilbijartinê derbas dike, AK Parti nabe desthilat
Serokê Kompanya Rapirsî ya Metropoll Ozer Sencar daxuyand ku ligor rapirsiyên dawiyê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê HDP ji sedî 13 deng digre û AK Parti jî 261 kursiyên parlamenê bidest dixe.
Damezrênerê Kompanya Lêkolînan ya Metropoll Ozer Sencar derbarê hilbijartinên giştî yên 1’ê Mijdarê yên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de, encamên rapirsiyên dawiyê ragehand.
Sencar diyar kir ku HDP ji sedî 13’ê dengan distîne û benda hilbijartinan derbas dike. AK Parti carek din dibe partiya yekem û hejmara kursiyên parlamenê jî dike 261, lê bi tenê nabe desthilat.
Sencar herwiha diyar kir ku MHP û CHP jî heman dengên hilbijartina 7’ê Hezîranê digrin û dibe ku kursiyek an jî 2 kursî ferq bikin.
basnews
