• Thursday, 19 February 2026
logo

Saziyên sivîl: Bila dewlet bersivek erênî bide banga agirbestê

Gulan Media October 13, 2015 Nûçe
Saziyên sivîl: Bila dewlet bersivek erênî bide banga agirbestê
Li Amedê di 13’ê Cotmehê de li Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê (GGC) 14 sazî û dezhehên sivîl ên wekî Diyanet-Sen, Borsaya Bazirganiya Amedê (DTB), Kameleya Jinên Kar a Amedê, Odeya Sanayî û Bazirganiyê a Amedê, ÎHD, MAZLÛMDER, Nûbihar, DOGÜNSİFED, Özgür Eğitim-Sen, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de rehmet ji cangoriyên ku di teqîna li Enqerê jiyana xwe ji dest dan hate xwestin û ji yên ku ev êrîş pêk anîne hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku wan saziyan, di serê lihevxistina ku nêzîkî sê mehan destpê bûye û bi şûn de, ji ber binpêkirina mafan çend caran nirxandin danîn holê û diltirsî û daxwazên xwe anîne ziman da ku metoda diyalog û muzakere hildin û dev ji lihevxstinê jî berdin.

‘Pirsgirêk, bi lihevxistin û şeran re çareser nabe’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber lihevxistinan ji her du aliyê jî bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi ew qasê jî sivîl hatin kuştin, birîdar bûn û malên wan ji destê wan çûn û li bajaran kolandina xendekan û dafikdanîna teqemeniyan û ji wan tiştan re mudaxileyên hêzên ewletiyê ku bêparseng bûn jiyana sivîlan êdî bi temamî sekiniye; mafên bingehîn ên mirovan ji ber van bûyeran tên binpêkirin, di serî de ev mirinên tehl û ew bûyerên ne xweş di civaka Tirkiyeyê de bû sebeba dêrînan; lînçan, êrîşên otobosên rêwiyan û avahiyên partiyan û muameleyên ku ji miriyan re hatin rewadîtin berberiyên civakê pêşkarî kir, hemû van tiştan nîşan didin ku pirsgirêk, bi lihevxistin û şeran re çareser nabe, bes bi muzakere û lihevkirinê wê bê çareserkirin.

Divê dewlet opersayonan bide sekinandin

Di daxuyaniyê de hat kirpandin ku sazî û dezgehan ji bo lihevhatinê çend bang ji aliyan re kirine û ji liyê PKK’ê bersiva erênî hatiye dayîn û Rêveberiya KCK’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de roja şemiyê biryara bêçalakîtiyê bi civakê re parvekiriye. Hat gotin ku ji ber îhtimala domandin a pêvajoya çareseriyê ku ji civakê piştgiriyeke mezin hildabû, ew wek sazî û dezgehên sivîl vê biryarê gelekî erênî dibînin û wisa domandin: “Em wek Saziyên Civaka Sivîl bi baweriya aştiyê ku ji şerî xêrtir e dixwazin ku bila dewlet jî ji banga agirbestê re bersiveke erênî bide, operasyonan bide sekinandin. Her du alî jî vê agirbestê bikin aştiya mayînde, ji ber vî jî berpirsiyarên xwe bi zûkanî bînin cih û pêvajoya çareseriyê bi gavên cidî û li ser masê bidomînin.”

Basnews
Top