‘PDK bo pêkanîna hikûmeta pirranî dest bi gotûbêjan dike’
Hate zanîn ku piştî hilweşandina rêkeftina hikûmetê ya ligel Tevgera Goran, Partiya Demokrata Kurdistanê xwe amade dike ligel aliyê din bo pêkanîna hikûmetek nû hevdîtinan pêkbîne. Herwiha PDK diyar dike ku Goran li dijî aramî û avadankirina Kurdistanê de bûye û vê yekê jî bi belge dikarin rabigehînin.
Sekretê Polîtbîroya PDK’ê Fazil Mîranî piştî civîna mekteba siyasî ya PDK’ê ji bo dezgehên medya ragehand ku rêkeftina proseya siyasî ya ligel Tevgera Goran ya ji bo avakirina hikûmetê hatiye hilweşandin. Mîranî got; ”Êdî Goran di nava hikûmetê de nîne û kursiya Serokatiya Parlamenê jî di encama vê rêkeftinê de dabûne Goran.”
Herwiha piştî vê biryarê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrên Goran civiya û sedema vê biryarê bo wan ragehand. Barzanî diyar kir ku sedema vê biryarê Tevgera Goran bixwe ye ku di nava hikûmetê de cîh girtiye lê belê weke opozîsyon kar kiriye.
Derbarê mijarê de Endamê Encûmena Serkirdetiya PDK’ê Elî Husên ji BasNews re ragehand ku Goran nekariye berpirsiyariyên dikeve ser milê xwe pêkbîne, jiber vê yekê jî wan ev biryar daye.
Husên got van bi vê helwestê peyama xwe jî dane gelê Kurd û dê di nava demek nêzîk de ji bo avakirina hikûmeta nû ligel aliyan dest bi danûstandinan bikin.
Ji aliyê din ve Endamê Encûmena Serkirdetiya PDK’ê Elî Ewnî jî diyar kir ku sedema hilweşandina vê hikûmetê Tevgera Goran a û got; ”Goran di nava 4 salan de hewl daye Kurdistan ne aram be, bê xizmet be jibo berpirsiyariya vê yekê jî bixe stûyê PDK’ê.”
Ewnî diyar kir ku ligel şerê DAIŞ’ê, qeyrana darayî û aborî, ji aliyê Bexda ve birîna bûtçeyê û hatine ew hinde koçberan barê Kurdistanê giran kiriye lê Goran jî bi helwesta xwe ev qeyran kûrtir kiriye.
Basnews
