• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: Di teqînên Enqerê de dewletê alîkarî daye DAIŞê!

Gulan Media October 13, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Di teqînên Enqerê de dewletê alîkarî daye DAIŞê!
Hevserokê HPDê Selahedîn Demîrtaş li ser teqînên vê dawiyê yên Enqerê got, heta dewleta alîkariya DAIŞê neke ew nikare tiştekî wisa bike.

Selahedîn Demîrtaş li ser teqînên roja 10ê vê mehê yên Enqerê, ku bibûn sedema kuştina bi dehan kes û birîndarbûna bi sedan kes, ji televîzyona CNN International re axivî.

Demîrtaş dîsa hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku haya wê ji teqînan hebûye û got, teqînên Enqerê ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.

Hevserokê HDPê anî ziman ku di heyama 6 mehên borî de gellek teqîn û êriş li Tirkiyê çêbûn lê heta niha ti kes ji ber wan bûyeran rastî lêpirsînê nehatiye. Ji Tirkiyê çek û endamên ji DAIŞê re şandin û piştgiriya wê kirin.

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê şirîkê sûcê DAIŞê ye û got, DAIŞ bêyî alîkariya dewletê nikare tiştekî wiha bike.

Rudaw
Top