• Thursday, 19 February 2026
logo

Barzanî ligel wezîrên Gorranê civiya

Gulan Media October 12, 2015 Nûçe
Barzanî ligel wezîrên Gorranê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrên Tevgera Gorran civiya.

PDKê şevê din biryar da ku wezîr û rayedarên Tevgera Gorran ên di nav hikûmetê de kar dikin, ji hikûmetê bên derxistin. Herwiha îro hêzên ewlehiyê rê nedan Serokê Parlamentoyê ku endamê Gorranê ye, ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê bibe.

Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro li ofîsa xwe ya li Hewlêrê ligel wezîrên Gorranê civiya û niha civîn bi dawî hat. Civîn derdora saetekê dirêj kir û Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî jî di civînê de beşdar bû.

Rudaw
Top