• Thursday, 19 February 2026
logo

Ashton Carter: Li Sûriyê senga karên xwe dixin ser hêzên Kurdî

Gulan Media October 12, 2015 Nûçe
Ashton Carter: Li Sûriyê senga karên xwe dixin ser hêzên Kurdî

Wezîrê Berevaniya DYA Ashton Carter ragehand ku ew dê guhetina di bernameya meşq û rahênana nû ya opozîsyona Sûriyê rabigehînîn û got: ”Pêwîstî pê heye ku senga hewlan û karê hevbeş bixi hêzên bi şiyan ên Kurd û hêzên din ên Sûriyê.

Aston Carter di kongreyekê rojnamevanî de ligel hempişeyê xwe yê Brîtanî Michael Fallon li Londonê ragehand ku ew karê ku Amerîka ligel Kurdan kiriye, mînakek başe û rêbazek bi bandore.

Carter diyar kir ku rêveberiya Obama dê di demek nêzîk de bernameya xwe ya nû diyar bike lê derbarê naveroka bernameyê de agahiyên hûr neda.

Beriya niha jî rojnameya New York Times ragehandibû ku Amerîka bi awayek fermî bernameya 500 milyon dolarî ya meşq û rahênan û pirçekirina opozîsyona Sûriyê ragirtiye.

Rojname dibêje bernameyên li Ûrdûn, Qeter, Sûûdî û Îmaratên Erebî hatine rawestandin.

Basnews
Top