• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Wezîrê Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Serok Wezîrê Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Roja şemî 10.10.2015 birêz Heyder Ebadî li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê peywendiyê da rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin û di derbarê pêşhatên siyasiyan de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha behsa li amadekarî û serkeftin û pêşveçûna rewşa Hêzên Pêşmerge û artêş û hêzên emniyên Iraqê kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda jî xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha her dû alî tekez li ser karê hevbeş û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê kirin.

Her li vê peywendiyê da Serok Wezîrê Iraqê teqdîr û pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge hebû û silav û rêzên xwe ji bo Pêşmergeyên qehreman re şand.

Top