• Thursday, 19 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Alîgirên PKKê di nava xwepêşanderan de ne

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Alîgirên PKKê di nava xwepêşanderan de ne
Berpirsê Şaxa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li navçeya Kelar a Silêmaniyê Ekrem Germiyanî ragihand ku, alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava xwepêşanderan de hene û hewleke mezin bo tundûtîjiyê didin.

Ekrem Germiyanî ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî agahiyên me, rêxistinên PKKê li Kelar û Germiyan hewleke mezin didin bo germikirina xwepêşanderan û tundkirina xwepêşandanan.”

Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan baregeheke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.

Herwiha xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî baregeha PDKê kirin û ew baregeh şewitandin û dema ku xwepêşander baregeha PDKê dişewtînin ban dikin Bijî Apo.

Rudaw
Top