Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya bajarê Enqere şermezar kir
Serxweşî û hevxemiya xwe ji bo gelên Tirkiye û kesukarê qurbaniyên rûdawên terorîstiya îro ya Enqere radigihînîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn, li heman demî de gelek bi tundî wê kirdara diltezîn û tirsnokaneya terorîstan şermezar dikîn.
Ev kirdara terorîstî li demek daye ku navçe bi giştî û welatê Tirkiye bi qonaxekî hestiyar da derbas dibe û mebesta terorîstan li vê kirdara nemirovane dirustkirina ajawe û kûrkirina nakokî ya di navbera pêkhatên Tirkiye û têkdana aştî civakiya hemwelatiyane.
Teror hereşeyekî ciddiye li ser hemû pêkhatek û hemû mirovayetiyê û pêwîste rûbirûbûna vê diyardeya tirsnake ewlewiyeta hemû aliyek bê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
10.10.2015
