PDKê avahiya xwe li Seyîd Sadiq radestî asayişê kir
Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Avahiya PDKê li Seyîd Sadiq ji vê sibehê ve rastî êrişa xwepêşanderan tê, lewma PDKê neçar ma ku avahiya xwe vala bike û radestî asayişê bike.”
Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan avahiyeke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.
Herwiha xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî avahiya PDKê kirin û ew baregeh şewitandin.
Rudaw
