• Thursday, 19 February 2026
logo

Baregeha PDKê a Kelar jî hat şewitandin

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Baregeha PDKê a Kelar jî hat şewitandin
Xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî baregeha PDKê kirin û ew baregeh şewitandin.

Peyamnêrê Rûdawê ji Kelar ragihand: “Endamên PDKê ji nava baregehê derketin û xwepêşander çûn nava baregehê, tiştên nava wê têk birin û agir berdan baregehê.”

Berpirsê Baregeha Kelar a parêzgeha Silêmaniyê Behmen Kake bu rêya Rûdawê bang kiribû û gotibû, bi hewara me ve wirin, ji ber ku hêzên ewlehiyê me naparêzin û kêm maye xwepêşandan derbasî baregeha me bibin û hindurê wê bişewitînin.

Behmen Kake ji Rûdawê re ragihandibû: “Em daxwaz ji Polîtburoya PDKê û serkirdatiya PDKê dikin ku bi hewara me ve werin ji ber ku dê baregeha me bişewitînin û hêzên ewlehiyê me naparêzin û xwepêşander hatine ser me û dixwazin me bikujin.”

Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan baregeheke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.

Rudaw
Top