KCKê agirbest ragehand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragehand ku li ser banga hindek aliyan wan jî biryar daye ku heta êrîşek li hember xelkê û hêzên gerîla nebe, ew jî dê çalakiyan nekin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got bi daxuyaniyek nivîskî carek din agirbest ragehand. KCK’ê di daxuyaniya xwe de got ku AK Partî hewil dide berpisiyariya ewlekariya hilbijartinan bixwe ser milê wan û rastiya şer veşêre û lewra di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatine kirin, wan biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gel û hêzên gerîla neyê kirin, dê gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin.
KCK’ê diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, AK Partî wenda kiriye û nûnerên hemû civakê serketine û got: ”Lê belê, di rewşeke ku Tirkiyeyê hêviya jiyana bi hev re ya di nava demokrasiyê de bi dest xist û pêkhateya Meclîsê jî derfet da vê rewşê de, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî yên ji vê tabloya baş aciz bûn, hînê di navbera partiyan de hevdîtinên ji bo avakirina hikûmetê destpê nekiribûn, qala hilbijartina dubare û pêşwext kirin.”
KCK’ê berpirsiyariya destpêkirina şer di 24’ê Tîrmehê de jî dixe ser milê desthiladariyê û wiha dibêje: ”Ev şerê ji bo Tayyîp Erdogan û AKP li ser desthilatdariyê bimîne hat destpêkirin, li gorî biryara di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30’ê Cotmeha 2014’an hatiye meşandin. Bi armancên xwe yên bi vê biryara şer re, şerekî ji armancên wan ên hevpar, li hemberî gelên me dane destpêkirin.”
Serokwezîrê Tirkiyê ahmet Davutoğlu jî doh diyar kiribû ku ew dê guh nedin banga PKK’ê ya ji bo agirbestê û heta rûdanên terôrê hebin dê operasyonên xwe berdewam bikin.
basnews
