• Thursday, 19 February 2026
logo

Berpirsê PDK: Hefteyeke amadekariya êrîşên ser baregahên me dikin

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Berpirsê PDK: Hefteyeke amadekariya êrîşên ser baregahên me dikin


Berpirsê Liqa 12 (Helepçe) ya PDK’ê Farûq Ebdulkerîm ragehand ku armanca xwepêşandanan ne başkirina xizmetguzariyane, ji ber ku berê xwepêşandanan hatiye guhertin û êrîş dikin ser baregahên wan.

Derbarê êrîşên ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li navçeyên Silêmaniyê û Helepçe, Berpirsê Liqa 12 ya PDK’ê bo BasNews ragehand ku amanca xwepêşandanan ne ji bo baştirkirina xizmetguzariyane, jiber ku eve hefteyeke amadekarî bo êrîşa ser baregahên wan tê kirin.

Ebdulkerîm êrîşa li navçeya Seyîd Sadiq jî weke teqînekê binav kir û got: ”300 kes hatine ber avahiya nevçeya PDK’ê û avahî dane ber keviran. Xwepêşander dirûşmên bo xizmetguzariyan bilind nkin. Tenê armanca wan êrîşe.”

Derbarê xwepêşandanan de jî Ebdulkerîm ragehand ku çalakvanên mamosta û karmend ku daxwaza mafên xwe dikin beşdarê van xwepêşandana nakin. Evên êrîş dikin komek ciwanin ku diyare hatine birêxistinkirin.

Evdilkerîm diyar kir ku hemahngiya wan ligel dezgehên ewlekariyê heye bo parastina baregahên PDK’ê.


basnews
Top