Teqîna Enqere: 86 mirî 186 birîndar
Li gorî agahiyan îro li nêzîkî stasyona tirênê ya bajarê Eneqerê 2 teqînên bihêz çêbûn.
Serokomarê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, Cîgire Serokwezîr Yalçin Akdogan, rayedarên Wezareta navxweyî û Wezareta tenduristiye, Şêwirmendî MITê Hakan Fidan û Parêzgarê Enqereyê Mehmet Kiliçlar saet 12.00ê civiyan.
Piştî civînê Wezareta Navxweyî, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê derbare her du teqînan de daxuyaniyek hevbeş dan.
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzinoglu diyar kir, di bûyerê de 86 kesan jiyana xwe ji dest dan û niha li nexweşxaneyan birîna 186 birîndaran tê dermankirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand, îro saet 10:04 li Enqerê û li cihê mîtînga ku ji aliyê komek saziyên sivîl ve hatibû organîzekirin, du teqînên çêbûn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di teqînên han de ku nayê zanîn çawa çêbûne.
Rudaw
