PDK: Destdirêjî bo ser ofîsên me bê bac derbas nabe
Îşev piştî xwepêşandan û aloziyên li navçeya Qeladzê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ku tê de êrişî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê hat kirin, Polîtboruya PDKê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya PDKê de hatiye ku aliyekî siyasî berê xwepêşandanên îro yên Qeladizê ber bi baregeha navçeyî ve bir û di encama hewldanê bo destdirêjî ser baregeh û kardo û pêşmergeyên me de, bûyerên nexwestî çêbûn.
PDKê di daxuyaniya xwe de herwiha dibêje ku di rewşa niha ya hestyar de tevlîhevkirina pirsan krîzan çareser nake û tenê xizmeta dijminên Kurd û Kurdistanê dike.
Herwiha li gorî daxuyaniya PDKê berprsyaretiya aramkirina rewşê di stûyê hemû aliyan de ye û tekez kir ku pêwîst bû îdare û dezgehên asayiş û polîsan li wê devera ku alozî têde çêbûyî berpirsyaretiya parastina baregeha PDKê dabîn kiriba.
PDKê destnîşan dike ku nabe bêrêzî li baregehên me bê kirin û lêpirsîn jî neyê kirin.
PDKê herwiha tekez dike ku her destdirêjiyek li ser baregehên me were kirin, dê bê bac derbas nebe.
Rudaw
