Li Qeladizê rewşek metirsîdar; xwepêşandarek jiyana xwe jidest da
Li navçeya Qeladizê ya ser bi bajarê Silêmaniyê xwepêşanderan êrîşê avahiya Qeymaqamî û PDK’ê kirin. Di encama pevçûnan de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, rêveberê polîs jî di nav de 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan îro danê êvarî li navçeya Qeladizê ya ser bi bajarê Silêmaniyê, komek xelkê ku ji bo protestokirina rewşa aborî û nebûna mûçeyan û daxwaza çaksaziyê xwepêşandanek saz kirin. Piştî hingî beşek ji xwepêşanderan bi kevir û çekan êrîşê ser avahiyên Qeymaqamî û Nûnertiya PDK’ê kirin.
Hêzên ewlekariyê jî bi tundî bersiva xwepêşanderan da û di encama girjiyê de ciwanekî jiyana xwe jidest da û rêveberê polîsên Qeladizê jî di nav de, 6 kes jî birîndarbûn.
Yek ji berpirsên PDK’ê li Qeladizê Hemîd Qeladizeyî bo malpera pdk.info ragehand ku xwepêşander piştî êrîşa ser Qaymeqamiyû û hatine ber avahiya Nûnertiya PDK’ê ya navçeyê û daxwaz kirine ku avahiyê vala bikin.
Qeladizeyî ragehand ku ti agahiya wan ji kuştin û birîndarbûnan nîne, ew tenê dîwarên avahiya xwe diparêzin û ew dibe ku ew kesên dixwazin provakasyon çêbibe, bi çek êrîşê xelkê dikin.
basnews
