• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Istxbaratê Brîtanya: Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe

Gulan Media October 9, 2015 Nûçe
Serokê Istxbaratê Brîtanya: Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe
Doh 8 Cotmehê Serokê berê yê Istxbaratê Brîtanya John Sawiris ragehand: Wê Beşar Esed gelekî dilxweş be heger rojhilatê Sûriyê bo DAIŞê bê hiştin, herwiha tekez kir ku Sûriyê dê were dabeş kirin.

Di daxuyaniyekê de ji radiyoya BBC4 re John Sawiris ragehand: “Brîtanya baş dizane bê çendî Rûsya alîkarya Esed kiriye di van 4 salên derbasbûyî de. Rûsya biryar daye bêhtir alîkariya (Hevalbendê Xwe yê Girîng) li navçeyê bike, bitaybet dema Rûsya naskir ku rûxandina wî nêzîk bûye. Metirsiya mezin ne ji çekdarên DAIŞê tê!.”

John Sawiris tekez kir ku Rûsya bi van êrîşên xwe li Sûriyê dixwaze ji cîhanê re tekez bike ku ew hêzek cîhanî ye û got: “Rewşa Sûriyê ber bi perçebûnê ve diçe, û egera perçebûna Sûriyê bo 3 dewletan heye, Elewî, Sinî û Kurdî.”

Herwiha navborî got: “Rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê Rûsya û Îran dixwazin dest deynin ser riya navbera Heleb, Hema û Homs heta bi Şamê ku ev wek riyek girîng li Sûriyê tê nasîn. Hiştina rojhilatê Sûriyê di dest DAIŞê de vê daxwaz wan pêktîne.”

John Sawiris got: “Ez li dijî mana Esed im, lê wê Esed bo demek dirêj li ser kursiya deselatê bimîne.”

Herwiha navborî got: “Divê endamên Asayişa Navdewletî ligel Tirkiyê, Îran û Erebistana Suudiyê bicivin û mîna pirsgirêka Belqanê kirîza Sûriyê jî çareser bikin.”

Basnews
Top