• Thursday, 19 February 2026
logo

Demirtaş: Em ji bo aştiyê bi hêvî ne

Gulan Media October 9, 2015 Nûçe
Demirtaş: Em ji bo aştiyê bi hêvî ne

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş daxuyand ku ew hemû derfet û şiyanên partiya xwe ji bo bêdeng kirina çekan bikar tînin û hêviya wan heye ku aştî carek din serdest bibe.

Demirtaş îro danê sibê li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê çû serdana sebzefiroşan û ligel lijne û rêxistinên sebzefiroşan rûnişt. Demirtaş li vê derê bersiv da pirsên rojnamevanan û ragehand ku li cihekê lêgerîna çareseriyê nebe, li wir şer û pevçûn kûr dibin.

Hevserokê HDPê got: ‘’Divê bi lez îradeya çareseriyê peyda bibe. Ew dibêjin pêvajoya aştiyê di refikan de ye, hatiye cemidandin. Ez nizanim ka aştî di refê de ye yan jî hatiye cemidandin. Lê xelk êdî tehemûla van polîtîkayên şer nake. ‘’

Demirtaş di berdewama axaftina xwe de daxuyand ku partiya wan ji bo şer raweste û êdî mirin nebin hemû derfet û şiyanên xwe bikar anîne û got: ‘’Niha ti tiştek berçav nîne lê em dîsa jî ji bo aştiyê bihêvî ne. Ji bo aştiyê divê mirov ti caran hêviyên xwe nebire.’’

Demirtaş diyar kir ku ew hatiye pirsgirêkên bazirgan û karkeran guhdar bike û got: ‘’Li cihekê aramî, aştî û ewlekarî nebe li wir tama bazirganiyê jî nîne. Jiber vê jî pirsa aştiyê pirsa me hemûyane.’’

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ji 20ê Tîrmehê ve di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûn hene.

Basnews
Top