Erdogan: Min ne gotiye pêvajoya çareseriyê hatiye rakirin
Serokomarê Tirkiyeyê piştî çend hevdîtinên li Ewropayê beriya ku here Japonyayê pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de bersivand.
Recep Tayyip Erdogan anî ziman wî ne gotiye pêvajoya çareseriyê hatiye rakirin û wiha domand:
“Min got pêvajoya çareseriyê niha di sarincê de ye. Heger her tişt bikeve ser rê dê dîsa pêvajo were rojevê. Partiya siyasî ya pişta xwe spartî rêxistina terorîst girêdayî pêvajoyê nema. Di qadan de bangê daketina kolanan kir. Kesên dimirin kî ne û kesên tê kuştin kî ne? Kurd in.”
Erdogan amaje kir divê parêzgarî û qeymeqam deshilata xwe ji bo ewlekariya xelkê bikar bînin û got, divê hewcedariyên “yasaya ewlehiya hundir” werin bicîkirin.
Erdogan derbarê binpêkirina qada asmanî ya ji aliyê Rûsyayê ve de jî wiha got: “Ji ber bûyerên qewîmin em dilşkestî bûne. Divê tiştek wiha rû nedaba. Rûsya û Tirkiyeyê du hevalbendên baş ên bazirganî ne. Heger ew projeya Mersin Akkuyuyê (santrala nukleerî) neçêkin dê hineke din çêkin.”
Herwiha Erdogan îdia kir ku derdê Rûsyayê ne lêdana DAIŞê ye, derdê wê ewe ku li Laziqiyeyê navendeke leşkerî ava bike û wiha domand:
“50 balafir şandine li wê derê. Em vê rewşê bi vî awayî qebûl nakin. Min du caran pêwndî bi Putin re kir. Di nav wan mercan de pêwîst nake ez dîsa lêbigerim.”
Rudaw
