• Thursday, 19 February 2026
logo

Sê mesîhiyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatin îdamkirin

Gulan Media October 8, 2015 Nûçe
Sê mesîhiyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatin îdamkirin
Çekdarên DAIŞê sê mesîhiyên Rojavayê Kurdisanê, ku beriya niha ji aliyê komek çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, kuştin.

Navenda Aşûrî ya Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Ewropa ye, eşkere kir ku çekdarên DAIŞê sê mesîhiyên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kuştine.

Wê saziya mesîhî her wiha ragihand, rêxistina DAIŞê kuştina wan mesîhiyan bi dîmeneke vîdyoyê nîşan daye.

Beriya niha 187 welatiyên mesîhî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Hinek ji wan hatibûn berdan lê qedera hinek ji wan jî heta niha nayê zanîn.

Rudaw
Top