• Thursday, 19 February 2026
logo

Biro: Rejîma Sûriyê ji bo Pêşmerge neçin Rojava, zextê li PYD’ê dike

Gulan Media October 8, 2015 Nûçe
Biro: Rejîma Sûriyê ji bo Pêşmerge neçin Rojava, zextê li PYD’ê dike

Endamê Rêveber ê Partiya Demokrata Kurdistana Suriyê Îbrahîm Biro amaje bi wê yekê dike ku Amerîka bi awayek cidî dixwaze Pêşmergeyên Rojava vegerin lê belê rejîma Sûriyê ji bo Pêşmerge venegerin zextê li PYD’ê dike.

Îbrahîm Biro bo BasNews ragehand ku Hêzên Pêşmergeyên Rojava amadekariyên xwe kirine û ji bo bikarin vegerin Rojava jî li hêviya destûrê ne û got: ”Piştî çendîn rûniştin û giftûgo ya di navbera aliyên Rojava, herwiha di dawî de jî bi rêkeftina Dûhokê biryar hebû ku Pêşmerge vegerin Rojava. Lê belê PYD rêkeftin li gel rejîma Esed kiriye. Rejîm qebûl nake ku ev hêz vegere.”

Biro herwiha îdîa kir ku PKK jî zextê li PYD’ê dike ku rê nedin Pêşmerge. Jiber vê yekê jî ew hêza amade nikare vegere Rojava.

Nêzîkê 6 hezar Pêşmergeyên Rojava li Herêma Kurdistanê ji aliyê leşkerên Amerîkî û Wezareta Pêşmerge ve hatine perwerde kirin.

basnews
Top