• Thursday, 19 February 2026
logo

Duran Kalkan: Bila kes li bendê nebe PKKê şerê PDKê bike

Gulan Media October 8, 2015 Nûçe
Duran Kalkan: Bila kes li bendê nebe PKKê şerê PDKê bike
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan got, bila ti kes hêvî neke em bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re şer bikin.


Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan, beşdarî bernameyake televîzyna Med Nûçe ya nêzîkî PKKê bû derbarê rojevê û pêwendiyên PKK û PDKê de axivt.

Duran Kalkan di axavtinên xwe de ragihand, di navbera PKKê û PDKê de pirsgirêk û nêrînên cuda hene, lê ji bo çareserkirinê hin gav hatine avêtin.

Kalkan derbarê vê yekê de wiha got: “Di wan demên dawiyê de ji bo çareserkirina nêrînên cuda hin gav hatine avêtin. Her du partî hemramanên pirsgirêk bi diyalog, nîqaş û hevdîtinan were çareserkirin. Têkiliyeke bi pevçûn a PKK û PDKê nîne û dê ti carî çênebe. Bila hemû kes jî vê yekê bizanibe.”

Kalkan anî ziman, ewên ku dixwazin baweriya xwe bi pevçûnan bînin û bi wî rengî siyaseta bimeşînin di nav şaşiyê de ne û wiha got: “Em hêvî dikin diyaloga heyî dê zêdetir pêş bikeve û pêşî li ber çareseriya pirsgirêkan a bi rêyên demokratîk were vekirin. Em di qonaxek bi vî rengî de ne.”

Herwiha Duran Kalkan pêşniyara kombûna Kongereya Neteweyî ya Kurdî kir û daxwaz kir, ku gerîlayên PKKê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin banê yek fermandariyê de kom bibin.

Kalkan destwerdana Rûsyayê ya li Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku ya Rûsya dike, hewldana dizîna rolê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê da xuyakirin ku yê li hemberî rêxistina DAIŞê li ber xwe da hêzên Kurdan e got:

“Rûsya ya ji valahiya derket holê sûd wergirt û dest li Sûriyeyê werda, ji bo çareseriyê xwedî bernameyeke cidî nîne û ti tifaqa wan bi hêzên kurd ên li hemberî DAIŞê têdikoşîn re nîne.”

Kalkan wiha domand: “ Armanca Rûsyayê ne şerê bi DAIŞê re ye, armanca wê dizîna rolê ye.”
Top