Davutoglu: Rûsya ne li dijî DAIŞ’ê, li dijî opozîsyona Sûriyê têdikoşe
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got, “Di mijara ewlehiya sînorên me û qada hewayê ya me de em tu caran di helwesta xwe de nermiyê nakin.”
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê derbaskirina axa Tirkiyê ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve got, “Di mijara ewlehiya sînorê me û qada hewayê ya me da em tu carê tawîzê nadin. Di vê mijarê da em li bendê ne welatên ku rêzê nîşanî sînorê xwe didin divê rêzê nîşanî sînorê Tirkiyeyê jî bidin. Em hêvî dikin ku rêzê nîşanî sînorê hewayê yê Tirkiyeyê jî bidin.”
Li gor nûçeya ajansa Anadol Davutoglu wiha got: “Qeyrana Sûriyeyê wekî qeyrana welatekî derket, wekî qeyraneke ku birêvebiriyeke ku li hember gelê xwe zalimane tevdigere derxist holê pêk hat, pişt re teror, rêxistinên terorê jî midaxil bûn û bi vê xetereya ku rêxistinên terorê derxistin re jî bû qeyraneke herêmî. Ez eşkere bibêjim para herî mezin a di mijara qeyrana welatekî ya bû qeyrana herêmî de bi qasî vê birêvebiriya zalim, para Konseya Ewlehiya Neteweyî ya ku di wê merheleyê de li ser tu mijarê li hev nekirine jî heye.”
Ahmet Davutoglu ragehand ku êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê ne li dijî DAIŞê ne û got: ”Li gor agahiyên ku gihaştin ber destê me firokeyên Rûs 57 êrîşên hewayî kirine, ji vana 55 êrîş li dijî opozîsyonê ne, tenê du êrîş li dijî DAIŞê ne. Heke li dijî DAIŞê têkoşînê bikin em hemû bi hev re bikin. Lê heke li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê wekî ku bibe sedema hatina penaberên nû êrîşê bibin ser gelê sivîl û mixalefeta mutedil wê çaxê ev yek tê wê wateyê ku mijareke gelekî cidî ya ku em hemû divê rûnin û li serê xeber bidin heye.”
Serokwezîrê Tirkiyê ragehand ku di mijara derbaskirina sînorên wan de wan Balyozê Rûsyayê vexwendiye û şiyarî dane.
Basnews
