• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Em bi rijdî li ser nîgeranên Kurdan lêkolînê dikin

Gulan Media October 7, 2015 Nûçe
Amerîka: Em bi rijdî li ser nîgeranên Kurdan lêkolînê dikin

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand: Ew bi rijdî li nîgeraniya kurdan lêkolînê dikin, derbarê xemsariya welatan bo alîkarî û pirçek kirina Pêşmergeyên Kurdistanê, ku berî niha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew nîgeranî eşkere kiribû.

Mesrûr Barzanî çend caran di hevdîtinên rojnamevanî de û li ser malpera xwe di tora civakî Facebook de jî ragihandibû: “Ew çekên pêwîst negihane destê me, bi taybet çekên giran, me her demê daxwaza peydakirina wan çekan kiriye, lêbelê wecba dawî ji çekan meha Gulana derbasbûyî gihaya dest Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Tonar ragihand: “Em bi cedi lêkolînê li ser daxuyaniyên bi vî rengî dikin. Lê belê Amerîka di rêka Bexda re çek bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêkirine. Em ne agahdarin ji vê rewşê ku ji mêj ve çek negihane Pêşmerge.”

Mark got jî: “Bi rastî Hikûmeta Iraqê tiştekî baş dike ku çekan li sere wan hêzên ku şer li dijî DAIŞê dike dabeş dike, lê wek berê me ragihandibû; Em çekan rasterast nadin Pêşmerge.”

Basnews
Top