Holenda di warê leşkerî û însanî de alîkariya Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî sipsiya serdana sefîrê nû yê Holendayê bo herêma Kurdistanê kir û hêvîya serkeftinê jê re xwest û ji bona wê alîkariya di warê serbazî û însanî de ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞê pêşkeşî herêma Kurdistanê dikin, sipsiya gel û hikûmeta Holendayê kir.
Serokwezîr ji şandeya Holendayê re bi hûrî behsa şerê dijî terorîstên DAÎŞê, hatina hijmareke gelek mezin ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê ku bargiraniyeke mezin ji hikûmeta herêma Kurdistanê re çêkiriye, kirîza êkonomiya rûbirûyê herêma Kurdistanê bûye, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û cîbicîkirina lihevhaitna navbera her du aliyan de û pira birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, divê ev pirsgirêk bi diyalog û danûstandinan bên çareser kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa pirosesa çaksaziyê kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi wê pirosesê, bi taybetî reformên di warê êkonomî û aborî de, pabend e.
Li dor pirsa serokatiya herêma Kurdistanê jî, serokwezîr got ku, cudahiya hizirûbîran di navbera hemû aliyan de hene û hemû alî di nav danûstandinan de ne daku wê pirsê çareser bikin. Lê ji hemû kirîza zêdetir, kirîza êkonomîyê xelkê herêma Kurdistanê gelek nerehet kiriye. Herêma Kurdistanê îmknaên zêdekirina berhemanîna neftê heye, lê nizimbêna buhayê neftê sebebê berdewamiyê wê kirîzê ye.
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser xurtkirina têkeliyên herêma Kurdistan û Holendayê kir û got ku deriyên herêma Kurdistanê ji bo hatina sermayedar û kompaniyên holendî ku sermayeyê xwe li herêma Kurdistan di warên cud ade birazînin û bi vê rêyê jî ji bona kêmkirina tesîra kirîza êkonomîya rûbirûyê herêma Kurdistanê bûye hevkar bin, vekirîne.
