Rewşa avarte li bajêrê Serdeşt hate ragehandin
Li bajêrê Serdeşt ya li Rojhilatê Kurdistanê rewşa avarte hatiye ragehandin.
Kuştina kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê, ku di encama teqeya rasterast a hêzên rejîmê canê xwe jidrst da, nerazîbûna xelkê wî bajarî bi dû xwe re anî.
Li gorî zamiyariyên heyî roja Înê û piştî kuştina hemwelatiyekî Kurd ya Xelkê bajarê Serdeştê, ku di encama teqeya rasterast a hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî ve canê xwe jidest da, bajar rewşek ewlehî bi xwe ve girt.
Di bûyera teqeyê de ku li hola “Serçav” ya bajarê Serdeştê qewimî, kasbkarekî Kurd bi navê “Omer Ehmedzade”, xelkê gûndê “Berdan” a ser bi Serdeştê jiyana xwe jidest da.
Çavkaniyeke haydar a bajarê Serdeştê ji malpera Kurdistan Media re eşkere kir ku: Di şeva piştî bûyera can jidesdana Omer de, hemwelatiyên bajarê Serdeştê weke nerazîbûn û nîşandana kerb û kina xwe li hember cinayeta han, ber bi nexweşxaneya bajar birê ketin û, eva jî bûye sedem ku di navbera wan û hêzên ewlehî ên ser Komara Îslamî de, şer û pevçûn derkevin hole.
Di encama pevçûn û girjiyên di navbera xelkê bajarê Serdeştê û hêzên rejîmê de, “Servan Tcedîn Elîpûr” ku berpirsê yek ji binkeyên ewlehî ên rejîmê li Serdeştê bû, cane xwe jidest da.
Li gorî gotinên şahîdhalan, niha ku bajarê Serdeştê di rewşeke ewlehî deye, li şeqam û Kolanên bajêr, hêzên dije Şoreş hatine bicih kirin û herweha 8 Tirûmobilên zirêhî jî bona kontrolkirina rewşê, ji bajarê Miyanduwawê ve ber bi bajarê serdeştê anîne.
