Cenazeyên 3 koçberên êzîdî jî di nav wê kamyonê de bûne
Nûnerê Saziya Giştî ya Penaberên Iraqê li Kurdistanê Amanc Ebdullah ji Rûdawê re got, îro termên sê koçberên Herêma Kurdistanê yên havîna îsal di kamyonekê de mirî hatibûn dîtin, ji Nemsayê digihê Kurdistanê. Piştî bûyerê navê wê kamyonê bibû “Kamyona Mirinê”.
Amanc Ebdullah da zanîn, ew her sê koçberên Kurdistanê, kurdên êzîdî ne û got, keçek û du xort in ku du ji wan xûşk û bira ne yê din jî apê wan e.
Li gorî agahiyên Rûdawê, navê keçkê Êlîn Hazim Kilî, navê birayê wê Elend Hazim Kilî û navê apê wan jî Hêriş Kilî Elî ye. Tê gotin ku Êlîn nîşankirî bû û nîşaniyê wê jî akinciyê Almanya ye.
Cîranekî wan koçberan got, ew her sê koçberên êzîdî xelkê devera Xankê ya girêdayî bajarokê Sêmêlê yê Dihok bûn. Mirovên wan vê dûmahîkê zanîn ku ew mirine.
Roja 27ê Tebaxa îsal, li Nemsayê di nav kamyonekê de 71 kesên mirî hatibûn dîtin ku di nav wan de 8 jin û 4 jî zarok hebûn. Ji wan kesan 21 kes kurd bûn.
Rudaw
