Qamişlo - Di nav hêzên Esed de teqîn çê bû
Çavkaniyên xwecihî li Qamişlo ragihandin ku teqîn saet 19:30ê êvarî li çargoşeya ewlekarî ya bajarê Qamişlo çêbû.
Li gor agahiyan, teqîn li depoyeke çekan a hêzên Sûriyeyê de qewimî û di encama şaşîtiyekê bûye.
Ji aliyekî din ve hat gotin, ku teqîn di benzînxaneya çargoşe ya ewlekariyê de qewimiye.
Hat ragihandin, ku piştî bûyerê hêzên Hikûmeta Sûriyê ew cih dorpêç kirin û dest bi lêkolînê kirin.
Hat zanîn, ku di encama teqînê de hejmarek ji hêzên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin, lê belê ji ber dorpêçê ev agahî nehatiye piştrastkirin û heya niha ti agahiyên piştrastkirî derbarê zirarên hêzên Sûriyeyê de nehatiye zanîn.
