• Thursday, 19 February 2026
logo

PDK û Yekgirtûyê lihev kirin

Gulan Media October 6, 2015 Nûçe
PDK û Yekgirtûyê lihev kirin
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamliya Kurdistanê ligel hev rêkevtinek îmza kirin.

Duh 5ê Cotmehê PDKê û Yekgirtû piştî derbasbûna zêdetir ji salekê bi ser pêkanîna Encûmena Parêzgeha Dihokê de lihev kirin.

Wek hat zanîn, li gor vê rêkevtinê Yekgirtû dê beşdarî di hikûmeta xwecihê ya Dihokê de bike û PDK li ser vê yekê razî bûye.

Li gor agahiyên Rûdawê, PDK razî bûye 23 kursiyan li sînorê parêzgeha Dihokê bide Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê.

Hat zanîn, ku di çarçoveya wê rêkevtinê de kursiyên Sekreteriya Encumena Parêzgeha Dihokê, Yek ji Cîgirên Parêzgarê Dihokê, 2 Rêvebirên Giştî, 3 Rêvebirên Bajarokan û 14 kursiyên din ên rêveberiyê di hikûmeta xwecihî ya Dihokê de radestî Yekgirtûyê bike.

Yekgirtû li devera Badînan û parêzgeha Dihokê piştî PDKê partiya duyemîn e û piştî PDKê dengên herî zêde di hilbijartinan de distîne.

Herwiha PDK soz daye aşûriyan jî ku dê Cîgirê Parêzgarê Dihokê bide wan.

Encûmena Parêzgeha Dihokê ji 28 kursiyan pêk tê. PDKê di hilbijartinên 30ê Nîsan a sala 2014an de piraniya kursiyên wê encûmenê bidest xistiye û Yekgirtû jî bi bidestxistina 62 hezar û 162 dengan 3 kursiyên encumenê bi dest aniye.

Ev rêkevtina PDKê û Yekgirtû di demekê de ye ku li Başûrê Kurdistanê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam e û di navbera her 4 aliyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê ji aliyekê û PDKê ji aliyekê din de nakokî hene.

Rudaw
Top