Zêdetirî 2 hezar û 700 koçberên Rojava ji Tirkiyê vegeriyan welatê xwe
Li gorî agahiyên Rûdawê, duh (5ê Cotmehê) 2 hezar û 722 koçber û penaberên herêma Kobanî û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê vegeriyane Kobanî.
Hat gotin ku ew koçberên Rojava bi rêya deriyê sînorî yê Murşîtpinarê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Deriyê Murşîtpinarê duh ji saet 9ê sibê heta 5ê êvarê vekirî bû.
Rudaw
