• Thursday, 19 February 2026
logo

Otomobîleke bombekirî teqiya: 36 kuştî û 50 birîndar

Gulan Media October 5, 2015 Nûçe
Otomobîleke bombekirî teqiya: 36 kuştî û 50 birîndar
Li navçeya Xalis a Iraqê teqînek bihêz çê bû û di encamê de 36 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên Rûdawê, êvariya îro 5ê Cotmehê saet 17:30an otomobîleke bombekirî li nêzîkî Banka Rafîdeyn li navçeya Xalis a li bakurê bajarê Baqubeyê, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Diyalayê teqiya.

Qayimeqamê navçeya Xalis Hesen Şelal di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: "Ji ber teqînê 36 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesên din jî birndar bûn."

Hesen Şelal herwiha got, ku di encama teqînê de hejmarek kes jî winda bûne û dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir be.

Qayimeqamê navçeya Xalis herwiha destnîşan kirk u nexeşxaneya wê navçeyê biçûk e û şiyana wê yekê nîne ku hejmareke zêde ya nexweş û birîndaran çareser bike, lewam ew neçar mane hinek ji birîndarên teqîna îro li baxçeyê pêşiya nexweşxaneyê razînin û çareseriya wan bikin.

Hesen Şelal herwiha tekez kirk u ambulansên wan bo veguhastina birîndaran kêm in û daxwaz ji aliyê pêwendîdar ên Hikûmeta Iraqê kir û ambulansên zêdetir ji wan re bişînin da ku di dema pêwîst de wan birîndarên ku birîna wan dijwar in, ber bi nexweşxaneyên bajarên din ve bişînin.

Rudaw
Top