Demîrtaş: Lazime wezîrê navxwe dev ji kar berde
Demîrtaş li wî wezîrê Tirk hêrs bû: Eger şerefa te hebe tê dest ji kar berdî!
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser kaşkirina cenazeyê xortê kurd Loqman Bîrlîk ji aliyê polîs ve, li Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hêrs bû û got, eger hinek şerefa wî hebe dê dest ji kar berde.
Selahedîn Demîrtaş, ku ev çend roj bûn ji bo xebatên hilbijartinê yên partiya xwe çûbû Ewropayê, îro danê sibê ji Almanyayê vegeriya Tirkiyê. Demîrtaş li Stenbolê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Hevserokê HDPê li ser kaşkirina cenazeyê xortê kurd Loqman Bîrlîk ji aliyê polîs ve û daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu li ser wê bûyerê axivî û got, birastî bûyerek ne mirovane ye. Daxuyaniya serokwezîr li ser wê bûyerê jî sosret û şerm e. Ew bûyer, tenê pişka ku hatiye dîtin, e. Li wir her roj bûyerên bi vî rengî diqewimin…
