• Thursday, 19 February 2026
logo

“Karê ku PKKê kiriye ne girtin e, revandin e!”

Gulan Media October 5, 2015 Nûçe
“Karê ku PKKê kiriye ne girtin e, revandin e!”
Parlamenterê Kurdistanê û endamê Lêjneya Mafên Mirov a Parlamentoyê Firset Sofî diyar kir ku girtina muxtarê gundê Zargelî û xizmên şehîdên wî gundî ji aliyê PKKê ve ne rast e û tê wateya “revandinê”.

Endamê Lêjneya Mafên Mirov a Parlamentoya Kurdistanê Firset Sofî li ser girtina muxtarê gundê Zargelî yê Başûrê Kurdistanê û xizmên şehîdên bûyera bombebarana wî gundî ji aliyê PKKê ve ji Rûdawê re axivî.

Firset Sofî diyar kir ku mafê PKKê û ti hêzeke din tine derbasî nav axa Kurdistanê bibin û welatiyan bigirin û wiha got:

“PKK li şûna ku hurmeta xizmên qurbaniyên gundê Zargelî bigire, wan direvîne û dibe cihekî veşartî. Jixwe eger karê wan qanûnî ba nedibirin cihekî veşartî.”

Endamekî din ê Lêjneya Mafên Mirov a Parlamentoya Kurdistanê bi navê Şivan Qeladizeyî jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, divê Lêjneya Mafên Mirov li ser girtina muxtarê gundê Zargelî û xizmên şehîdên wî gundî bicive û helwesta xwe nîşan bide.

Şivan Qeladizeyî anî ziman ku girtina wan kesan ji aliyê PKKê ve xelet e çimkî ew bûne sembola mezlûbûna kurdan.

Wî parlamenterê Kurdistanê bagn li PKKê kir, gundiyên gundê Zargelî demildest berde.

PKKê duh (4 vê mehê) muxtarê gundê Zargelî Îsmaîl Ebdullah û 2 xizmên şehîdên bûyera bombebarana gundê Zargelî yê Başûrê Kurdistanê, bi hêceta ku dijberiya wê kirine, girtin.

Roja 1ê Tebaxa îsal, balafirên şer ên Tirkiyê gundê Zargelî yê Başûrê Kurdistanê, bi hêceta ku kampa PKKê ye, dabûn ber bombeyan. Di encama wê êrişê de 8 kes ji wî gundî şehîd bibûn ku di nav wan de zarok û jineke ducanî jî hebûn.

Rudaw
Top