• Thursday, 19 February 2026
logo

Tu haletên nexweşiya Kolêrayê li Hewlêrê nehatine tomar kirin

Gulan Media October 5, 2015 Nûçe
Tu haletên nexweşiya Kolêrayê li Hewlêrê nehatine tomar kirin
Bi serperiştiya Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, li ser dananan pilanekê ji bona rêgirtin li belavbûna nexweşiya Kolêrayê li Kurdistanê, civînek hat saz kirin û di cîvînê de waliyê Hewlêrê piştrast kir ku tu helatên nexweşiya Kolêrayê li Hewlêrê nehatine tomar kirin û ji bona rêgirtina li ber wê nexweşiyê gelek tebîr hatine wergirtin.

Di civînê de ku gelek barpirsên saxlemiyê û jîngehê amade bûn, minaqeşe li ser pilana rêgirtin li belavbûna wê nexweşiyê hat kirin û gelek tedbîr weke; baqijkirina cîyên giştî, weşandina zaniyariyên li ser çewaniya xweparastinê ji wê nexweşiyê û parasatina saxlemiya kampên koçber û penaberan li Hewlêrê û derdûra wê.

Piştî civînê, di preskonferensekê de, Elî Reşîd serokê civata wîlayeta Hewlêrê behsa hûrgiliyên civînê kir û got ku piştî nexweşiya Kolêrayî li gelek bajarên Îraqê balav bû û niha gihişte Kerkûkê jî, ji bo rêgirtina berlavbûna wê nexweşiyê li Hewlêrê civînê pilanek baş amade kiriye.


Tahir Ebdula cîgirê waiyê Hewlêrê got ku di civînê de rêvebir û nûnerên saziyên peywendîdar û yên tenduristiyê, şaredarî, perwerde û polîs amade bûn, gelek pêşniyar û tedbîrên pêwîst hatin wergirtin.
Cîgirê waliyê Hewlêrê got ku, di civînê de biryar hat dan ku îdareyên ser bi wîlayeta Hewlêrê ve; îdareyên nahiye û qeza komîteyên şopandinê bi hevahengî digel aliyên peywendîdar ji bo hişiyarkiirna hevwelatiyan û pêdana rênîşanderan ji bo rêgirtin li belavbûna wê nexweşiyê pêkbînin.

Ji aliyê xwe ve, Saman Berzincî rêvebirê giştiyê tendirustiya Hewlêrê tekîd kir ku, nexweşxane û bibgehên saxlemiyê li herêma Kurdistanê ji bona rêgirtin li belavbûna nexweşiya Kolêrayê amadene û kar ji bona dîtina rêçareyên modern dikin daku ew nexweşiye berbilav nebe.
Berzincî got ku gelek civîn digel aliyên peywendîdar li ser asta navdewletî li ser vê pirsê hatine saz kirin û xweparastin ji vê nexweşiyê gelek hêsane ji ber ku hêşta ew nexweşî negihiştiye herêm Kurdistanê.

Top