• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Awropa penaberan vedigerîne welatên wan’

Gulan Media October 5, 2015 Nûçe
‘Awropa penaberan vedigerîne welatên wan’


Ajansa Karûbarên Ewlekariya Yekîtiya Awropayê ragehand ku dê ji bo vegerandina penaberan 60 firokeyan kirê bikin.

Serokê Ajansa Karûbarên Ewlekariya YA (Fronetx) Fabrice Leggeri ragehand ku ji destpêka sala 2015’ê ve 630 hezar penaber bi rêyên ne yasayî çûne Awropa.

Leggeri diyar kir ku dê gelek penaberan carek din vegerînin malên wan û amaje bi wê yekê da ku welatên yekîtiyê di sala 2014’ê de ji bo vegerandina penaberan bo welatên xwe 39 firoke girtine. Lê îsal naçarin 60 firokeyan bo vî karî kirê bikin.

Fabrice Leggeri dibe ku ji sedî 39’ê penaberan carek din vegerînin welatên wan.

Jiber şer û aloziyan bi hezaran kes ji Rojhilata Navîn û Afrîqayê rû li Awrûpa dikin. Welatên Sûriye, Iraq, Libya, Afganîstan û Sûdan ji wan welatane ku bi hezaran welatiyên wan bûne penaber.

Basnews
Top