Helwesta Serokwezîrê Tirkiyê li ser kaşkirina cenazeyê wî xortê kurd
Piştî ku wêneya kaşkirina cenazeyê xortê kurd Loqman Bîrlîk, ku pêr şev li bajarê Şirnexê ji aliyê hêzên Tirk ve hatibû kuştin, ji aliyê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ve hat belavkirin û dengek mezin di medyaya civakî de veda, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu jî li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser wê wêneyê daxuyaniyek da.
Davûtoglu di daxuyaniya xwe de gotiye, ew ti carî dîmenên wisa pesend nakin ji ber wê jî fermana lêpirsînê li ser wê yekê hatiye dayîn. Serokwezîrê Tirk wiha gotiye:
“Ev karê xelet ê ku ji aliyê hêzên me yên ewlehiyê ve, yên di çarçoveya hiqûqê de şev û roj li dijî terorê şer dikin, nayê qebûlkirin.”
Ew xortê kurd ê ku di wêneyê de tê dîtin û li dû panzêra polîs tê kaşkirin, pêr şev li bajarê Şirnexê ji aliyê hêzên Tirk ve hatibû kuştin û tê gotin ku tiyê parlamentera Şirnexê ya HDPê Leyla Bîrlîk e.
Rudaw
